• DOLAR 32.214
  • EURO 34.754
  • ALTIN 2424.763
  • ...
Li Fasê li dijî rejîma îşxalker xwepêşandan hatin lidarxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xwepêşandan ji aliyê Koma Niştîmanî ya Fasê ji bo Filistînê li ber parlemana vî welatî bi armanca şermezarkirina pesendkirina yasaya geşepêdanê bi rêya hevkariyên aborî û bazirganiyê bi Telavîvê ve hat organîzekirin.

Xwepêşandaran siloganên "Filistîn emanet e, normalîzekirin xiyanet e", "Fas welatê min ê azad e û li vir cîhê sîyonîstan tune", "Ji normalbûnê re na", "Fas û filistîn yek milet in" hatin qîrîn.

Di vê xwenîşandanê de xwepêşanderan potikê ku tê îdiakirin ala rejîma îşxalker a Siyonîst e şewitandin.

Civîna lûtkeya Necefê bi beşdarîya wezîrên karên derve yên rejîma îşxalker a Siyonîst, Emrîqa, Misir, Îmarat, Mexrib û Behrêynê di 27-28ê Adarê de hat lidarxistin.

Îmarat, Bahreyn, Sûdan û Fas bi Tel Avîvê re peymanên normalbûnê îmze kirin.

Mexrib û Rejîma îşxalker a Siyonîst li Rabata paytexta Mexribê peymana hevkariya bazirganiyê îmze kirin. (İLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir