• DOLAR 32.3
  • EURO 35.129
  • ALTIN 2442.876
  • ...
Karwana Hêvîyê yê Kolikê ji malbatên mexdûr re xwarinê belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Sîvîlê Serokê Karwana Hêvîyê yê Kolikê destnîşan kir ku ew di lazimatîyên mihtacan de ji wan re dibin alîkar.

Sîvîl di axavtina xwe de weha got, “Dînê Îslamê dînê biratî û alîkarîyê ye. Em jî wek Misilmanan bi cih anîtina lazimatîyên van birayên xwe mesul in. Dînê me ji me re emr dike ku ji nîjad û rengê mihtac nenêre û xwedî li wan derkeve. Em jî li gorî bawerîya xwe cehd dikin ku xwe bighêjînin mihtacan. Kolik navçeye lê li gorî gelek bajaran nifûsa wê zêdeye, ji ber vê yekê em pirî caran nikarin bighêjin mirovên mihtac. Ji ber vê yekê bila birayên me jî him ji bona alîkarîya ji me re û him jî ji bona axiretê xwe înfaq, sedeqe û zekatên xwe bidin sazîya me ku em jî bighêjînên birayên xwe yên mihtac.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir