• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Ji Wezîr Çavuşoglu daxuyanîya Misirê: Dibe ku di mehên bê de tayînkirina sefîrê bê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîr Çavuşoglu, piştî civîna çapemenîyê ya ku bi Wezîrê Karên Derve û Alîkarê Serokê Sazîya Wezîrên Tirkmenistanê ve hat kirin ji pirsên rojnamegeran re bersiv da.

Çavuşoglu ji pirsa ku wê bi Sûrîyeyê re jî wek ku bi Misirê tê kirin pêvajoyekî bê lidarxistin an jî na re weha got, “Îstîşareyên sîyasî yên ku di navbera Alîkarê Werzîr (Misir) ve tên kirin dibe ku di demeke nêz de cardin bê sazkirin. Dibe ku di mehên bê de tayînkirina sefîran bê kirin.”

“Armanca me herba ku di nav welatê Sûrîyeyê de heye bêdawîkirin e. Em bi muxalîfan re pêvajoyê dimeşînin. Ji hevdîtinên Astanayê re bi tevî rejîmê muxalîfan jî beşdarî dibin. Armanca me ev e ku bi tevî hevdîtina makeqanûnê, pêvajoya sîyasîyê ji nû ve bi rih bikin. Nigekî angajmanê jî ev e. Lazim e ku ji teref Komîteya Makueqanûnê ve pêşveçûnek bê lidarxistin. Lê li wê derê pêşveçûnek tineye.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir