Li Enqereyê 5 penaberên Efxan di malekê de mirî hatin dîtin
Hat ragihandin di maleke li Altindaga navçeya Enqereyê de 5 penaberên Efxan ên ku darbeyên kêran li wan hatibûn danîn mirî hatin dîtin.
Bûyer li Taxa Ornekê qewimî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin nasên 5 Efxanan ên ku ji wan xeber nestandin xeber dan polêsan ku ji ber vê yekê ekîbên polêsan çûn mehelê bûyerê û dema ku ketin hundir dîtin ku 5 penaberên Efxan ji teref kesekî yan jî hinek kesên nasnameya wan nediyar ve bi kêrê hatine kuştin.
Walîtîya Enqereyê derbarê mijarê de destnîşan kir, bûyer bi hûrgilî tê lêkolînkirin.(ÎLKHA)