• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Ji têketin û derketina derdorê mala 5 Efxanîyên ku tê de hatibûn kuştin hat qedexekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Taxa Orneka li navçeya Altindaga Enqereyê roja berê di seat 19.30yan de di nav malekî de hatibû tespîtkirin ku 5 Efxenî hatine kuştin, derheqê bûyerê de tehqîqateke mezin hat destpêkirin.

Di çarçoveya tehqîqatê de jî di derdoreya Kolana 663/2yê li Taxa Ornekê de têketin û derketin ji teref polêsan ve hate qedexekirin. Welatîyên ku li wê herêma ku hate qedexekirin dijîn jî bi tevî polêsan ve  hereket dikin.

Di çarçoveya tehqîqatê de hemû qemereyên ewlehîyê ên derdorê avahîyê jî hatin lêkolandin.

Ekîbên Amîrtîya Biroya Cinayeta Midirtîya Şubeya Asayîş ya Midirtîya Ewlehîya Enqereyê, nasnameya efxenîyeke şikdar yê ku dibe pêçîya wê di bûyerê de hebe tespît kir. Ekîbên ku xebatên xwe li ser ev kesê zêdekirin, ji bona ku bê qefaltin jî xebat dan destpêkirin.

Hêna jî tespîtkirina nasnameya cesedan tên lêgerînkirin û polês jî sedema cînayetan digere. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir