• DOLAR 32.209
  • EURO 34.999
  • ALTIN 2436.76
  • ...
Li Kerkûkê lehî: 2 zarok canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin, malbateke Ereb, çûne baxçeyê xwe û di dema barîna baranê û rabûna lehiyê de du zarok di nav avê de xeniqîne.

Li gorî agahîyan, yek ji wan zarokan 1 salî ye û yê duyem jî 3 salî ye.

Hat destnîşankirin ku di dema barîna baranê de hemû endamên malbatê ji ber bilindbûna asta avê asê mane, du zarokên wan xeniqîne û ewên din ji aliyê xelqê gund ve hatine rizgarkirin.

Ev di demekê de ye ku beriya niha Keşnasiyê hişyarî dabû ku ji ber pêla baranê, li hinek deveran egera bilindbûna asta avê û rabûna lehiyê heye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir