• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Rûsya careke din li Kîevê xist
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kîev a paytexta Ukraynayê careke din bû hedefa êrîşên Rûsyayê. Di êrîşên mûşekî yên Rûsyayê de tesîsên binesaziyê yên krîtîk û niştecih hatin xistin. Hat ragihandin ku di êrîşê de 6 kesan canê xwe ji dest dane û 36 kes jî birîndar bûne.

Şefê Polîsê Neteweyî yê Ukraynayê Igor Klîmenko diyar kir ku artêşa Rûsyayê 16 navendên binesaziyê yên girîng hedef girtin û ragihand ku di encama êrîşên mûşekî de 6 kes mirine û 36 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya ku ji aliyê artêşa Ukraynayê ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku artêşa Rûsyayê bi 70 fuzeyên krûz û 5 balafirên bêmirov (ÎHA) li dijî tesîsên binesaziya girîng ên ku di nav wan de avahî, santralên elektrîkê û navendên belavkirina elektrîkê di nav de ne, êrîş pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 51 fuzeyên Kruz û 5 balafirên bêmirov ên tîpa Lancet ên ku ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatibûn avêtin ji teref sîstema parastina hewayî ya Ukraynayê ve hatin îmhakirin û artêşa Rûsyayê avahî, santralên termîk û navendên belavkirina elektrîkê yên li Kîev, Vinnitsa, Lviv, Zaporizhia û herêmên din hedef girtin.

Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku piştî êrîşa dawî, tevahiya herêma Kîevê bê ceyran maye û av jî qut bûye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir