• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Serokê Herêma Kurdistanê li ser teqîna Dihokê: Divê çavdêriya baştir li ser sîstema gazê were kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê teqîna ku li Dihokê pêk hat de ku di encamê de 4 kes mirin û 33 kes jî birîndar bûn, peyamek belav kir.

Temama peyama Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

"Ez sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên teqîna şeva berî ya Dihokê re dixwazim, ku cihê dilgiraniya mezin e. Dil û hestên min bi wan re ye û êşa wan parve dikim, ji Xwedê Teala daxwaz dikim ku bila ji malbat û kesûkarên wan re sebr û aramîyê bide û wan bi rehm û dilovanî şad bike. Em amade ne ku ji boan dermankirina wan her alîkariyek pêwîst bikin.

Dubarebûna bûyera teqîna gazê cihê metirsiyek e cidî ye û divê aliyên pêwendîdar bi awayekî cidî li ser vê pirsê di zûtirîn dem de bisekinin û çavdêriya baştir li ser sîstema gazê û çawaniya bikaranîna wê bikin û tedbîrên ewlehiyê yên baştir ji bo nehiştina kêmasiyan hebin.

Xwedayê Mezin alîkariya malbatên qurbaniyan û xelqê parêzgeha Dihokê bike û dilê me bi wan re ye.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir