• DOLAR 32.66
  • EURO 35.394
  • ALTIN 2474.659
  • ...
Li Sêrtê êrîşa çekdar: Mirîyek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, di seetên êvarê de li ser Rêya Derdor a Misircê qewimî.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di navbera du komên ku li ser rêya derdorê hevdû dîtin de gelemşe derket û dû re jî çek hatin derxistin.

Di encama şerê bi çek de F.C. (29) giran birîndar bû. Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristîyê û gelek polês hatin sewqkirin.

Ekîbên tenduristê yên ku hatin cihê bûyerê piştî midexeleya ‘ewil F.C. rakirin nexweşxaneyê.

F.C. li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Polês derheqê bûyerê de xebat da destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir