• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Şirnexê û Diyarbekirê 7 roj li Xarpêtê jî 15 roj meş û xwepêşandan hatin qedexekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Walîtîya Şirnexê û Diyarbekirê ji bo 7 rojan Walîtîya Xarpêtê jî ji bo 15 rojan xwepêşandan, meş û bernameyên ku di cihên vekirî de bên kirin qedexe kirin.

Li gorî daxuyanîyên Walîtîyan li Diyarbekirê ji 21ê Mijdarê pê ve ji bo 7 rojan, li Şirnexê ji 22yê Mijdarê pê ve ji bo 7 rojan, li Xarpêtê jî ji 21ê Mijdarê heta 5ê Qanûna Pêşîn daxuyanîya çapemenîyê, çalakîya rûniştinê, danîna konan, mîtîng, qampanyaya îmzeyê, vekirina standê, merasîma cenazeyê, qonser, leyîstik, fealîyetên bi deng û bi xuyang, belavkirina broşûran hatin qedexekirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir