• DOLAR 32.252
  • EURO 34.771
  • ALTIN 2436.946
  • ...
SON DAKİKA
Weqfa Evîndarên Pêxember bi minasebeta meha eshabîyan li Diyarbekirê bernameyekê li dar dixe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Evîndarên Pêxember ên ku meha Mijdarê wekî meha eshabîyan îlan kirine û her sal bi vê munasebetê bernameyan amade dikin, îsal dê li Diyarbekirê bi temaya "Stêrkên ku rêya me ronî dikin" bernameyekê amade bikin.

Di encama bernameyan de weqf wê 27ê Mijdarê roja Yekşemê saet 19.00an li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoçê li ser jiyana Ebû Ubeydullah bîn Cerah (Xwedê jê razî be) bernameyekê amade bike.

Adnan Akgonûlê Serokê Weqfa Evîndarên Pêxember der barê bernameyê de daxuyanî da û bang li hemû Mislimanan kir ku beşdarî bernameyê bibin.

Akgonul di daxuyanîya xwe de weha got, "Weke ku tê zanîn weqfa me ji mêj ve meha Mijdarê wekî meha sehabeyan îlan kiriye. Armanca me ew e ku civakê îslah bikin. Ji ber vê yekê jiyana Pêxemberê me (selat û selam li ser wî be) xwendekar û têgihîştina têkoşîna wî ya di jiyanê de wê di jiyana me de bibe xwedî feydeyek mezin."

"Bernameyên me dê heta dawiya Mijdarê berdewam bikin"

Akgonul di berdewama axavtina xwe de weha got, “Ji ber vê yekê me meha mijdarê wekî meha sehabeyan îlan kir. Jiyana sehabeyên Pêxember, têkoşîna wan, dilsoziya wan a bi Pêxember (selat û selam li ser wî be)  dê heta dawiya meha Mijdarê amadekariya bernameyan bidomînin.”

Akgonûl bang li hemû welatiyan kir ku beşdarî bernameyê bibin û wiha got, "Di encamê de em ê di 27ê Mijdarê saet 19.00an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoçê a Diyarbekirê bernameyekê li dar bixin. Vê firsetê ji dest nexin, îzna Xwedê wê bibe wesîleya xêrê.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir