• DOLAR 32.874
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Li Kongoyê îzdîham: 11 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî xebera îzdîhama ku li Koreya Başûr zêdeyî 150 kesî canê xwe ji dest dan, li Komara Demokratîk a Kongoyê jî îzdîhameke din hat jiyankirin.

Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Hundir Daniel Asselo Okito Wankoy di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir hunermenda Kongoyî Fally Ipupa di konsera li stadyumê de îzdîham pêk hat.

Wankoy diyar kir ku di îzdîhamê de 2 jê polês 11 kes mirin.

Wankoy, ji ber îzdîhamê organîzatoran sûcdar kir û got, "Polîs, rayedarên stadyûmê û organîzator li ser rêjeyeke diyar li ser hejmara kesên ku bikevin stadyûmê li hev kiribûn. Organîzator ji kapasîteya ji sedî 100 derbas bû. Însanan fetisîbûn."

Wankoy got ku berpirsyar dê bên girtin û cezakirin.

Çapemeniya welêt ragihand ku stadyuma 80 hezar kesî bi tevahî tije bûye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir