• DOLAR 34.312
  • EURO 37.22
  • ALTIN 3018.549
  • ...
Zebîhullah Mucahîd: Welatên ku ji bona Efxenistanê îzole bikin hene
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zebîhullah Mucahîdê Berdevkê Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê ku beşdarî bernameya Hevdîtina Aliman a 7emîn ya ku ji teref ÎTTÎHADUL ULEMAyê ve hatibû tertîpkirin bûbû, ji ÎLKHAyê re reportaj da û hinek nirxandinên balkêş û girîng kir.

Mucahîdê ku destnîşan kir xelqê Efxen cîhadê kirin û Xwedê Teala jî zeferê kir nisîbê wan, “Ev zefer jî azadîya bi tenê yê Efxanan nîne, zefera hemû Misilmanan e”

Mucahî diyar kir ku Emrîqaya îşxalker û hinek welatên Ewrupayê naxwazin ku dewleta Îslamê bê naskirin û ji bona ku neyê naskirin jî propagandayên reş tertîp dikin, “Êrîşên ji derveyê di vê çarçoveyê de didome. Welatên derdorê me jî bi midexeleya Emrîqayê hikumeta Efxan nasnekirin.”

Mucahîd destnîşan kir gotinên ku tên gotin “Li Efxenistanê ji pîrekan re tu mafek nayê dayîn, li gorî mafên însanî heq nayê dayîn” bi temamî rastîyê nîşan nade, “Helbûkî Pîrek, di hemû sazîyên ku hewceye li wê derê bixebitin de niha dixebitin û perwerdehîyê dibînin. Beşên ku gerek di destê pîrekan de be hemûyên wan beşan niha di destê wan da ne. Ti gotinên ku tên gotin ne rast in û ew bi temamî propaganda ne.”

Mucahîdê ku destnîşan kir pirsgirêka aborîyê a ku li welat tê jiyankirin êdî tê başkirin, “9 milyor dolar ê Efxenistanê û xelqê Efxenîyan ya ku di bankayên Emrîqayê de ye ji teref Emrîqayê ve tu sebebek nehat nîşandan û hat bloqekirin. Naxwazin ku em dewleteke biqewet bibin. Em disekinin ku ji ev qerara zalimane bi lez û bez vegerin.”

“Xelqê Efxenê cîhadê kir Xwedê jî alîkarîyê şîyand”

Zebîhullah Mucahîdê ku destnîşan kir Efxenistan bû 40 sal e dûçarê xwîn û rondikan bûye, 20 salê dawîn jî di bin îşxala Emrîqayê de maye, “Hûn jî şahidin ku Efxenistan 20 sal e di bin îşxala Emrîqayê da bû. Herbeke ku xelqê Efxen nedixwestin dabûn ber wan. Xelqê me, ji ber rihê ku xwedîyê azadîyê û bawerîya xwe gelek qurbanan da. Xelqê Efxen cîhadê kirin û  Xwedê Teala jî alîkarîya xwe şîyand. Zefereke mezin qezenc kirin. Çîmkî xelqê dinê ên Misilman jî di vê herbê de li alîyê xelqê Efxen de bûn, dia kirin û alîkarîyê kirin. Ji ber vê yekê gotina me ya ‘esil ev e; ji bona pevçûna ku di nav Misilmanan de ye bê dawîkirin divê ku rêyek bê dîtin û pêşîya ziîfkirinê jî bê girtin ku dûçarê êrîşê neyaran nebin. Ya duyemîn jî ji bona ku ji zilm û mezlumîyetê bê xelasbûn lazim e ku ji Xwedê re tewekkul bê kirin. Rêya çareserîyê jî gerek ji aliman bê pirsîn. Ji ber ku rêbertîya ulemayê gelek gelek muhîme ku me ev tiştê li Efxenistanê tecrûbe kir, ceriband. Ji bona me bû mîsaleke xweşik û tecbûyek.”

“Xelq ew ê di nav ewlehîyê de bijîn”

Mucahîdê ku destnîşan kir ew bi qerar in ku êrîşên li welat dem bi dem pêk tênê bidawî bikin û xebatên xwe yên ji bona ewlehîya xelqê jî bidomînin, “Komeke biçûk û gelek tundrêye, çend sal berê li Efxenistanê di bin navê DAÎŞê de derketin holê. Me him li hember Emrîqaya îşxalker û him jî li hemberî wan herbê kir. Me hebûna wan yê fizîkî bi piranî ji holê rakir. Di hinek cihan de bi dizî fealîyetên xwe dikin. Ew xwedîyê fikreke tekfîrî ne û kuştina mirovan jî wek zewqek dibînin. Ji wan re bi vê şeklê emir hatîye dayîn. Çi dirêj û çi kin yanê li Efxenistanê hindik be jî komeke tekfîrî hêna jî heye û hebûna xwe didomîne. Êrîşên wan gelek kêm bûne. Dem bi dem êrîşên xwe an di dibistanekî de an jî di mizgeftekî de dikin. Emîrtîya Îslamê ji cînayetên wan re bersivan da, û înşaallah wê bide jî. Me gelek êrîşên wan jî asteng kir. Me navên ku di qedroyên serokatîyê de derbas dibin tespît kir û qefalt. Mixabin di mizgeftan de li dijî alimên me êrîşan kirin. Ubeydullah Zubdê şexsîyetekî gelek muhîm, di encama êrîşa ku di medreseya wî de lê hat kirin de şehîd bû. Di demeke kurt de Mewlana Ensarîyê alimeke gelek nasdar e, li Heratê di mizgefta wê de êrîş lê hat kirin. Ew, di derê mizgeftê de hat şehîdkirin. Wek ku min berê jî gotibû ev kesan fikrên xwe yên tekfîrî dinherin û van êrîşan dikin. Xelqê Efxan di nav 20 salan de gelek zilman dîtin. Xelqê me dihatin kuştin, mirovan her roj ji bona jiyana xwe diketin nav endîşeyê. Ewlehîya wan tinebû. Niha jî ewlehîyek hat tertîpkirin. Xelq ji herbê xelas bû, mezlumîyetên wan bidawî bû. Xelqê me wê êdî di bin ewlehîyê de bijîn. Bi îzna Xwedê me nîzamekî ku ew ê ji ser hemû pirsgirêkan were tertîp kir.”

“Dixwazin ku Efxenistanê û xelqê Efxen îzole bikin”

Mucahîdê ku got Emrîqaya îşxalker û hinek welatên Ewrupayê naxwazin ku dewleta Îslamê bê naskirin û ji bona ev tiştê jî propagandayên reş dikin û weha axavtina xwe domand:

“Mixabin hinek welatan ji naskirina me ya fermî re astengîyê derdixin. Di li vê derê de destê Rojavayê tê dîtin. Naxwazin ku dewleteke Îslamî bê naskirin û ji bona ney naskirin jî dixebitin. Hevkarîya bi Efxenistanê re bê kirin asteng dikin. Çiqas jî Emîrtîya Îslamê tiştê ku ji destê wê tê dike, êrîşên derve di vê çarçoveyê de didomin. Welatên derdorê me jî bi encama midexeleya Emrîqayê hikumeta Efxen nas nekirin. Tu sebebeke ev tiştê tineye. 9 milyar dolar pereyê me yê ku di bankayên Emrîqayê de ye, ji teref hikumeta Emrîqayê ve tu sebebek nehat nîşandan û hat blokekirin. Niha jî nahêlin ku em wan pereyên xwe bikşînin. Ev pere sermayeya heq a xelqê Efxan e. Lê ew ev pereyê bloke kirin. Ji Bankayên Efxenistanê re jî pirsgirêkan derdixin. Di transfera pereyan a ji şîyandina Efxenistanê re an jî ji Efxenistanê şîyandina derve re pirsgirêkan derdixin. Ev, miameleyeke zalimî ye. Divê bi lez û bez ev tişt bê dawîkirin. Li gorî me armanca wan yê ‘esil, Efxenistanê îzole bikin û nahêlin ku bila Efxenistan xwedîyê hikumeteke bi qewet bibe ye. Hikumeta Efxen, çi qas jî dibêje ‘Em dixwazin ku bi welatên dinê re miameleyên baş saz bikin’  ew naxwazin ku li ser ‘erdên me ewlehî çêbibe û sikunet hakim bibe. Mixabin ji Afganîstanê tu welatekî metirsî nîne, dixwazin hikûmeta me ziîf bikin. Hewl didin ku em bi welatên din re bazirganiyê nekin.”

"Mafên gelê Efxan hatîye garantîkirin"

Mucahîd diyar kir ku beriya ku li Afganîstanê îşxal bi dawî bibe, her roj nêzî 200 kesan ji ber êrîşan canê xwe ji dest didan û got ku bi hatina Emîrtîyê re li welêt "ewlehiya tam" hat tertîpkirin.

Mucahîd di berdewama axavtina xwe de weha got, "Bila bi bîr bînim, beriya 1-2 salan di rojekê de 200 kes dihatin kuştin. Lê niha yek kes nayê kuştin. 2 sal berê bi hezaran kes ji ber li dijî îşxalê disekinîyan dihatin avêtin zindanan. Bi rastî jî bi hezaran kes hatin kuştin. Ji wan ji ber 'gumanbar' bûn di zindanan de hatin ragirtin. Malbatên wan bê xwedî mabûn. Kesên li malên xwe rastî êrîş û bombeyan dihatin. Li ser serê wan şer hebû. Jin şehîd dibûn. Tiştên ku min qal kir niha tunene. Welat bi temamî ewle ye. Ji bo gelê Efxanî tu tehdîdek tuneye. Mafên gelê Efxan hatîye garantîkirin. Ji bo parastina mafên gel. "Li bajaran bi hezaran dadgeh hatin vekirin û doz hatin vekirin. Her kesê ku diyar bike ku ew mexdûrên maf û hiqûqê ne, dikarin demildest serî li dadgehê bidin û mafên xwe li dadgehê bigerin."

"Li ser "mafên jinan" hewl tê dayîn ku Emîrtîya Îslamî were şermezarkirin."

Mucahîdê ku di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku ev gotina ku tê gotin "Li Efxanistanê mafê jinan nayê dayîn, mafên wan ên mirovî nayên dîtin." rastiyê nîşan nade û weha got, "Lê belê jin di hemû saziyên ku divê lê bixebitin dixebitin û perwerdeyê dibînin. Hemû qadên ku divê jin tê de bin, bi tevahî di destê wan de ne. Tiştên ku tên gotin nerast in û tenê propagandaya reş in."

Mucahîd ji axavtina xwe re weha berdewam kir:

“Dema îşxalê li Efxanistanê rêjeya perwerdehiyê ji sedî 30 bû. Perwerde tenê di navendên mezin de dihat dayîn. Li şêniyên biçûk saziyên perwerdeyê yên wekî dibistan û medrese tune bûn. Bi hatina Emîrtîyê ya Îslamî re perwerde ji sedî 30 derket ji sedî 100an. Li hemû parêzgeh, navçe û gundan perwerde hate kirin. Niha li 41 wîlayetên welêt saziyên perwerdeyê bi awayekî aktîf xebatên xwe didomînin. Hem zarok hem jî jin dikarin li Efxenistanê perwerdeyê bibînin. Helbet ev perwerde li gor rêgezên Şerîeta Îslamê tê dayîn. Hin malbatên Efxanî ji dilpak û ewlehiya jinan bi fikar in. Her welatek adet, kevneşopî û adetên wan hene. Ji bo wan adet û kevneşopîyan dibistanên cuda hatin çêkirin. Li gel vê jî li dijî me propaganda tê kirin. Çi ye ezbenî, 'Li Efxenistanê mafê jinan nayê dayîn, mafên mirovan nayên dîtin.' Bi vî awayî dest bi xirecirê kirin. Ji aliyê din ve jin di hemû saziyên ku ji wan tê xwestin de dixebitin û zanîngehên ku jin lê rêveber in perwerdeyê dibînin hene. Hemû qadên ku divê jin lê bin, bi temamî di destê jinan de ye. Her wiha jinên ku di nava polîsan de kar dikin jî hene. Ji xeynî vê jin li balafirgeh, banka, buroyên pasaportan û cihên bi vî rengî xebatên xwe didomînin. Li gel vê yekê yek ji van nayê dîtin û sûcdariyên bêbingeh li me tên kirin. Li hemberî me weke amûreke zextên bêhiqûqî tên bikaranîn. Tiştên ku hatine gotin ne rast in û tenê propagandaya reş e."

Îlankirina efûya giştî ya ji teref Emîrtîya Îslam ve

Mucahîd destnîşan kir ku yek ji mezintirîn kiryarên Emîrtîya Îslamî ya Efxanistanê piştî êrişa Emrîqayê ji Efxanistanê hat derxistin û got ku kesên ku di hukûmeta berê da xebitîn û bi wan ra hevkarî kirin jî ji ber sûcên xwe yên berê hatin efûkirin.

Mucahîd diyar kir ku Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê bi hestên “tolhildanê” nêzî ti kesî nabe ku ji îşxalkeran re xizmetê bike jî, Mucahîd got ku hinek kesên ku hatin xapandin, bi tenê derketin.

Mucahîd, “Tu kes ji Efxanistanê dernakeve, zirarê nade tu kesî”, lê mixabin Emrîqa û welatên rojava hinek Efxanî xapandin. Ji ber vê yekê hinekan reviyan, ji ber tirsa canê xwe û ewlehiya xwe nereviyan, ji bo li Ewropayê bijîn revînê tercîh kirin. Bi kurtasî teşwîqeke neheq hat dayîn. wan di kampan de birin û birin welatên xwe. Yên ku çûne Emrîqayê jî ew in ku bi sozên ku dabûn wan xapiyan. Emrîqa ragihandibû ku ew ê di vê pêvajoyê de deriyên welatê xwe veke û bide kesên ku bi penaberî ji welêt reviyane. Çend dewletên din jî wek Emrîqa bi vî awayî daxuyanî dan. Bi rastî li Efxenistanê tu pirsgirêk ji bo kesî tune bû. Ji ber ku vegerîna welat, Emîrtîya Îslamî komîsyonek ava kir. Ji Efxanên li Amerîka û welatên din ên ewropî re, ku ew dikarin bêyî tirs û xof vegerin welatên xwe. Serdestên hikûmeta berê vegeriyan Afganistanê, ew niha jiyana xwe ya rojane bi aramî li malên xwe dijîn. Kesên ku polîs bûn jî niha li Efxenistanê di malên xwe de dijîn. Xetereya wan tune ye. Îdîayên ku dibêjin jiyana kesên di hikûmeta berê ya welêt de dixebitîn di xetereyê de ye propagandaya reş e, tu rastiya wan tineye.”

"Zehmetiyên aborî dest pê kirin ku werin derbaskirin"

Mucahîd diyar kir ku li welêt çareserîyên ji bo pirsgirêkên aborî dest pê kirine û weha got: "9 milyar dolar pereyên gel û hikûmeta Efxanistanê yên di bankên Amerîkayê da ji aliyê dewleta Amerîkayê va bê sedem hat astengkirin. Em hêvî dikin ku ev biryara hovane di zûtirîn dem de bê paşdexistin."

Mucahîd weha got, "Berî her tiştî ez bibêjim ku ev 2 sal in hemû welatên cîhanê bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû ne. Bi derketina vîrusa koronayê re gelek şîrket îflas kirin, bazirganiya wan xirab bû. Bi gotineke din. Li hemû welatan lêçûnek çêbû. Berê Efxanistan di şer de bû. Nêzîkî 3 sal in Efxanistan di nav şer de ye. Li Afganîstanê şerekî dijwar hebû. Eger li deverekê şer hebe û çavkanî tunebin, aborî bixwe qels dibe. Her wiha ji ber ku Emrîqa pereyên me di bankan de asteng kir, bandoreke neyînî li bazirganiya me kir, tevî vê yekê jî Emîrtîya Îslamê ya Efxanistanê li hember hemû zehmetiyan li ber xwe da. Jiyan li Efxenistanê li gorî cîranên me erzantir e. Di vê pêvajoyê de nirxê xwe winda nekir, nirxê xwe parast. Bi rastî jî di van rojên dawî de ber bi zêdebûnê ve çû, Emîrtî dest bi projeyên mezin kir, bûdceya Efxanistanê ji nû ve hat avakirin. Herwiha projeyek mezin hat destpêkirin. Li bajarê Belxê em kar li ser komkirina sermaye di çarçoveya sîstemek diyarkirî de dikin, hêvîdar im di salên pêş de aboriya me baştir bibe. Ji ber ku niha li welat gendelî nîne. Zelalbûnek mezin heye. Hêvîdar im aboriya me roj bi roj bihêztir bibe. Şîrketên me bi xwe dest bi xebatê kirin. Ew ê di salên pêş de hîn xurtir bibin. Şîrketên biyanî jî hatin teşwîqkirin ku li Efxanistanê bixebitin. Şîrketên biyanî di maden, komir, neft û bazirganiyê de tên teşwîqkirin. Bi hatina wan dê aboriya Efxanistanê baştir bibe."

Mucahîd, da zanîn ku veberhênerên li welêt beriya wan di xetereyê de ne, ji bo ewlehiya xwe çek hilgirtine û bi wesayîtên zirxî seferê dikirin û weha got, "Ewletên wan hatin dizîn, rêyên wan hatin birîn û ji wan hat derxistin. Lê piştî Emîrtîya Îslamî li Efxanistanê serdest bûn, ev tişt hemû winda bûn, kontrol û nîzama giştî jî hate sazkirin. Niha li Efxanistanê kes bi wesayîtên zirxî nagere, artêşên cerdevanan li ber çavan nînin. Karsaz û bazirganên me li gor dilê xwe dikarin seferê bikin. Herêmên gundewarî dikarin bi hêsanî ji bajarên mezin re werin şandin. Ji ber vê yekê em bang li hemû veberhêneran dikin. Hûn dikarin werin Efxanistanê û veberhênan bikin, hûn dikarin her tiştî ji bo xwe bikin.Tu metirsî tune ye.Tu tengav nabin. Ewlekarî dê pêk were. Bi vî awayî hem hûn û hem jî gelê Efxan dê bi ser bikevin."

“Birayên xwe yên ku îşxalkeran ji axa xwe derxistin û nîzama îslamî ava kirin ji bîr nekin.”

Mucahîd di dawiya axavtina xwe de xîtabî Mislimanan kir û weha got, "Birayên xwe yên ku îşxalkeran ji axa xwe derxistin û nîzama Îslamî ava kirin ji bîr nekin. Ji bo veguheztina sermaye, başbûn, pêşketin û geşepêdana bazirganî û aboriyê alîkariya Efxanistanê bikin."

Mucahîdê ku destnîşan kir çend sal berê hinek bextreşiyên me hebûn. Li Afganîstanê erdhej û lehiyên mezin çêbûn. Di van erdhej û lehiyan de xisareke mezin çêbû weha got, "Gelek mirovên me can û malên xwe winda kirin. Şikir ji Xwedê re gelek welatên Îslamê bi taybetî Tirkiye destê alîkariyê dirêjî me kirin. Di vî warî de Tirkiye û gelê dostê Kurdistanê alîkariya me kirin. Di zûtirîn dem de alîkariya me kirin. Niha li Efxenistanê ji bo êtîmên me êtîmxaneyek ava kirine û alîkarîya wan didome. Her wiha ji bo gel bikar bîne bîrên avê vekirin. Her wiha dewleta Tirkîye jî alîkarî da me. Gelek spas. Em bi hebûna Dostên wisa serbilind in.”

Mucahîd axaftina xwe weha bi dawî kir:

“Peyama me ji bo hemû welatên Îslamê û siyasetmedarên ku birayên me ne ev e. Efxanistan û gelê Efxan birayên we ne. Di rewşeke bindest de ne. Ew tenê ji şer derketin. Gelek pirsgirêk li pey xwe hiştin. Lê dîsa jî pirsgirêkên wan hene ku bi ser bikevin. Hewl bidin ku bi hemû derfetên di destê we de alîkariya gelê Efxanî bikin. Bila di qada navneteweyî de bi hêz bin û têkiliyên wan ên dîplomatîk ên xurt hebin. Di veguheztina sermaye, vejandin, peşketin û peşvebirina bazirgani û aborîyê de ji Efxanistane re bibin alîkar. Bi xêrxwaziyên xwe alîkariya feqîran bikin. Divê birayên me yên misilman jî birayên xwe yên Efxan ên li welatên xwe ji bîr nekin. Wan îşxalkeran têk birin. Ev ji bo hemû misilmanan cihê serbilindiyê ye. Gelê Efxan li welatê xwe nîzameke Îslamî ava kir. Ji ber vê yekê divê hûn bi wan re hevkariyê bikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir