• DOLAR 32.216
  • EURO 34.77
  • ALTIN 2437.71
  • ...
Ji rejîma îşxalker a sîyonîst êrîş li Nablusê: Hejmarê şehîdan derket 6 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê, daxuyand ku artêşa bi gotin a rejîma îşxalker a sîyonîst, êrîş li bajara Nablusa Şerîaya Rojava ya ku di bin îşxalê de ye kir.

Rejîma îşxalker a ku di êrîşa Nablusê de erebeyeke hedef girt, 4 Filistînîyan şehîd kir. Hat destnîşankirin cesedên şehîdan ên ku di nav erebeyê de bûn şewitîn.

Hat daxuyandin li Nablusê piştî ferqkirina artêşa rejîma îşxalker pevçûn pêk hat, di encama wan êrîşan de 2 kesên dinê jî şehîd bûn û 33 kes jî birîndar bûn û di nav wan de rewşa wan ên giran in jî hene.

Hat destnîşankirin ku di nav kesên ku şehîd bûne de Ved’î El Huhê ji fermandarên Hêlîna Şêran e jî heye.

Xeyn ji van îro di seatên serê sibê de jî di encama êrîşa ku rejîma îşxalker li Gundê Salîh Pêxember ê ku li bakura Ramallahêye kir de Qusay Muhammed Et-Temîmîyê Filistînî jî şehîd bû.

Nablus di 12ê cotmehê de ji piştî ku leşkerekî siyonîst di 11ê cotmehê da li nêzî yekîneya cihûya neqanûnî "Şaveî Şomron" a li bakurê Şerîeya Rojava hatibû kuştin ve hatibû dorpêçkirin.

Koma berxwedanê ên ku xwe bi navê “Hêlîna Şêran” didin binavkirin serê ‘ewil di serê Îlonê de li herêma Bajara Kevn a Nablusê di dema merasîma derbasbûna leşkerîyekî de derketibûn holê. Koma ku ji ciwanên ku ‘emrên wan di navbera 18-24 salî de ne tê sazkirin, daxuyandibû ku armanca wan Nablus û derdorê wê ji rejîma îşxalker a sîyonîst biparêzin e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir