• DOLAR 32.229
  • EURO 35.099
  • ALTIN 2472.599
  • ...
Şofêrê erebeya ku qeza kir rehmet kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, di seat 17.00an de li alîyê senayîya 3yemîn a li ser rêya Riha-Dîyarbekirê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, erebeya bi plaqeya 01 DFV 40 dema ku li alîyê Çarrrêya Nexweşxaneya Doxima Pîrek derbasê alîyê rêya senayîya 3yemîn dibû refûjê negirt û qeza kir. Bi tesîra qezayê erebe pekîya û qelibî.

Şofêrê erebeyê ku hêj nasnameyê wî nehat hînbûn li cihê qezayê canê xwe ji dest da.

Li ser xeberdayînê ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî û trafîqê hatin sewqkirin.

Ceseda şofêrê erebeyê ji teref ekîbên ku hatin cihê qezayê ve hat rakirin merga nexweşxaneyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir