Rejîma îşxalker 15 Filistînîyên din desteser kir
Di encama êrîş û serdegirtinên ku li Şerîaya Rojava û Qudsê hatin kirin de 15 Filistînî hatin desteserkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Cemîyeta Êsîrên Filistînî ve hat ragihandin siyonistên îşxalker li Şerîaya Rojava û Qudsê di ser malên Filistînî de girtin û 15 kesên Filistînî desteser kirin.
Zilm û zordarîya siyonistên îşxalker li ser wan axên îşxalker her ku diçe zêdetir dibe; lê belê dinya wek her car li hember vê zilm û zordarîyê xwe kerr û lal dike.(ÎLKHA)