• DOLAR 32.321
  • EURO 34.732
  • ALTIN 2396.622
  • ...
Ji NY ji bo Yemenê banga alîkarîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) , destnîşan kir krîza însanî ya ku ji ber herba nav welat a li Yemenê pêk hat gihaşt talûkeyeke mezin.

Joyce Msuyaya Alîkara Sekreterê Giştî yê OCHAyê, di daxuyanîya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku, li Yemenê bi milyonan însan lazimatîya wan ji xizmetên tenduristî, xwarin, vexwarin û sitargehê re heye.

Msuya bal kişand ku li Yemenê 23,4 milyon însan mihtacê alîkarîya însanîyê ne, 17 milyon însan jî xwarina paqij naxwin, dema ku bexşwanan mesulîyetên xwe bi kar neynin ew ê bi milyonan însan ji birçîbûnîyê re rûberû bibin.

Msuya, diyar kir li welat 1,3 milyon pîrekên bi heml û mêjandinê û 2,2 milyon zarokên binê 5 salî ji ber kêmasîya xwarinê mihtacê tedawîyê ne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir