• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Abdullatîf Reşîd, bû Serokkomarê nû ya Iraqê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hilbijartina Serokkomarîya ku di meclîsa Iraqê de hate kirin di tûra duyemîn de hat encambûn. Reşîd, di hilbijartinê de 162 rayan girt, Berhem Salîh jî di 99 rayan de ma.

Abdullatîf Reşîdê ku Partîya Demokrat a Kurdistanê piştgirîyê didayê, Serokkomarê Iraqê yê 5emîn hat hilbijartin.

Di tûra yekemîn de Latîf Reşîd 157 ray girt, Berhem Salîh jî 99 ray girtibû.

Partîya Demokrat a Kurdistanê daxuyandibû ew namzedên xwe Rêber Ahmet vedikşînin û alîkarîyê didin ji Abdullatîf Reşîd re.

Abdullatîf Reşîd Kî ye?

Abdullatîf Cemal Reşîd, di 10ê Tebaxa 1944an de li Silêmanî hat dinyayê. Reşîdê ku li Îngîlistanê di beşa endazyarîyê de doktorayê kirîye, xeyn ji zimanê xwe yê dayîk ê Kurdî zimanên Erebî û Îngîlîzî jî xweş zane.

Reşîd di navbera salên 2003-2010an de wezîfeya Wezîrê Kehnîyên Av a Iraqê bi cih anît, dûre jî di Serokkomarîya Iraqê de wezîfeya şêwirmendîyê bi cîh anît. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir