• DOLAR 34.014
  • EURO 37.867
  • ALTIN 2821.2
  • ...
Goktaş: Pîrekên Misilman di pêvajoya 28ê Sibatê de bi tesettûrên xwe micadeleyeke mezin dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Temsîlkarîya Bûrsayê a Komeleya Pîrekên Fezîletdar û Seferbertîya Tesettûrê (TESSEP), berpê pîrekan li Bûrsayê bernameyeke bi mijara “Nîşana Wehyê, Sembola Îffetê” tertîp kir.

Îlahîyatvan Mehmed Goktaşê ku beşdarî bernameyê bû di bernameyê de destnîşan kir ku hêzên batil ji bona ku bighêjin armancên xwe di gelek meseleyan de li ser pîrekan hesaban dikin, di senayîya kozmetîk a dinyayê de jî dema ku parfûman difroşin pîrekan dişxulînin.

“Pîrekên Misilman di pêvajoya 28ê Sibatê de bi tenê bi tesettûrên xwe micadeleyeke mezin dan”

Goktaş, di axavtina xwe de bal kişand ku di her dem û wextê de sekina pîreka Misilman û tesettûra wê gelek muhîm e, “Pîrekên Misilman di belavkirina Îslamê de û ji civakê re bîranîtina Îslamê, li gorî zilaman daîma zêdetir tesîrdare. Pîrekên Misilman wê demê bi tenê tesettûrên xwe micadeleyeke mezin dan û ji bona wê bedêlan dan ber çavên xwe. Lazim e ku ev tişt ewakî bê nirxandin.”

“Divê pîreka Misilman haya wê ji qeweta wê hebe û li gorî wê hereket bike”

Goktaş, di dawîya axavtina xwe de weha got, “Feqet pîrekên Misilman di gelek meseleyan de bi tesettûrên xwe û sekinên xwe yên giran, weka ku ew ne ji wan pîrekên ku tênê şixulandin in, bi vê sekinên xwe peyama ku ‘Ez ji wan pîrekên ku hûn dikarin wan bidin şixulandin nînim’ e dide. Divê ku Misilmanan li gorî kesên dînên dinê cudatir be. Cudatîya me eşkereye û gerek haya me jî ji vêya hebe. Divê ku haya pîreka Misilman ji qeweta wê hebe û li gorî wê hereket bike. Çîmkî di vê dewrê de bi vê şeklê li xwe kirina tesettûrê xêreke mezin e, ecreke mezin e. Divê ku pîreka Misilman bi vê sekina xwe Xwedê bîne bîra mirovan û bi misogerî bi vê sekina xwe xizmetê ji de’wa xwe re bike û dawetê bike.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir