Ji qezayê revîya teqle avêt: 3 birîndar
Li navçeya Xelîlîya Rihayê erebeya ku ji bona li qezaya ku bi zincîrî pêk hat neqelibe werzanî kir û qelibî, di encama qezayê de 3 kes birîndar bûn.
![Ji qezayê revîya teqle avêt: 3 birîndar](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/kxFwqhiHG07mWZtv7mohQ9oyAc8=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/41/ji-qezaye-reviya-teqle-avet-3-birindar-f8749f20.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Bûyer, li ser rêya derdor a Akçakale-Rihayê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, erebeya ku ji bona li qezaya ku bi zincîrî pêk hat neqelibe dîreksîyona xwe qeliband teqle avêt û qelibî.
3 kesên ku di nav erebeyê de bûn birîndar bûn. Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cihê qezayê re ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin.
Kesên birîndar, bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Rihayê.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)