Li Dihokê di encama qezaya ku pêk hat de ji heman malbatê 8 kes canê xwe ji dest dan
Li Dihokê mînîbuseke rêwîyan û kamyona ku ji hember dihat li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de ji heman malbatê 8 kes canê xwe ji dest dan.
![Li Dihokê di encama qezaya ku pêk hat de ji heman malbatê 8 kes canê xwe ji dest dan](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/HTrbt2GK3JGzW8tdL54U7vkucxw=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/41/li-dihoke-di-encama-qezaya-ku-pek-hat-de-ji-heman-malbate-8-kes-cane-xwe-ji-dest-dan-acb4d7b2.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Qeza doh êvarî derdora seat 20.30î de li ser rêya Bedrik-Şêxanê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama qezaya ku pêk hat de ji heman malbatê 8 kes canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Tê diyarkirin ku ji 8 kesên canê xwe ji dest dan 5 kes zarok in.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)