Li Rûsyayê balafira herbê ket
Li herêma Rostova Rûsyayê balafira herbê ya ji tîpa “Su-24”ê, di dema firandina perwerdehîyê de ket ‘erdê.
![Li Rûsyayê balafira herbê ket](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/o0NFDqDd4YhdWub6R4vqZFbCZzg=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/41/li-rusyaye-balafira-herbe-ket-c351a6d2.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî daxuyanîya Fermandarîya Herêma Leşkerî ya Başura Rûsyayê, hat destnîşankirin ku balafira herbê ya ji tîpa Su-24ê, li herêma Rostovê dema ku firîna perwerdehîyê dikir ket ‘erdê.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin ku mirettebat dema ketina balafirê de xwe firand û bi saxîtî xelas bû, li gorî agahîyên ‘ewil jî sedema ketina balafirê ji ber xerabûna teknîkî bûye. (ÎLKHA)