• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Ji HUDA PARê peyama “6-8ê Cotmehê”: Ew ê tu kes nikaribe nasnameya Îslamî ya xelkê ji holê rabike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin “Ew wehşên ku bi hinceta şerê li Kobanîyê hatin vexwandin kolanan da ku li derî qetlîaman bikin, di Îda Qurbanê ya sala 2014an de wehşet û qetlîameke mezin kirin.  Ew hovanên PKKyî yên ku di havêyna wan de dijmintîya Îslamê heye, di heman demê de bi hinceta DAIŞê êrîş birin li ser sîwîlên dîndar û sazîyên Îslamî.”

“Em ê wan şehîdên xwe yên ezîz û qatilên wan tu carî ji bîr nekin”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin wehşeta ku hat kirin di dîrokê de nehatiye dîtin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Ew qasidên qencî û başîyê jî hatin qurbankirin ku ew ji bo wan kesên mezlûm ên ku ji Kobanê û cihên mîna wan ji ber qetlîaman revîyabûn, goştê qurbanê belav dikirin.  Di êrîşên hovane de nêzî 50 kes canê xwe ji dest dan. Şehadeta Yasîn Boruyê 16 salî  rûyê rastî yê wehş û zaliman derxist  holê. PKKya ku  dixwaze wê îdeolojîya xwe ya genî û ya ku  ji xerakirin û talanê pê ve kêrî tiştekî nayê, hakim bike ku  ew tu carî ji dengekî muxalif re tahammul nekiriye.  PKKyê ku fam kir ew nikare bi tehdîd û tirsandinê sazî û rêxistinên Îslamî ji holê rabike, zen kir ku ew ê bi rêya îmhayê ji heqî wan derkeve. Di 6-8ê Cotmehê de heman PKK bi vê armancê digel FETO û rêxisitnên qirêj ên din yên ku di nav dewletê de bi cî bûne  êrîşî însanên dîndar û sazîyên Îslamî kirin. Lê belê hemd ji Xwedê re ku di wir de jî bi ser neketin û ew ê bi izna Xwedê ti car jî bi ser nekevin. Ew ê tu kes nikaribe nasnameya Îslamî ya xelkê ji holê rabike. Ger me mecbûr bimînin ku di vê rêyê  de gelek bedelan bidin jî em ê micadeleya xwe bi rêyên meşrû bidomînin. Em ê wan şehîdên xwe yên ezîz û qatilên wan tu carî ji bîr nekin.”

Di 6-8ê Cotmehê de Çi Bûbû?

Di êrîşên 6-8ê Cotmehê yê ji teref PKK/HDPyîyan ve hatibû kirin de, li Dîyarbekir û herêmê gelek mirovên dîndar hatin qetilkirin.

Ji van mirovan Şehîd Yasîn Börü, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş, Hasan Gokgoz, Turan Yavaş û Cumalî jî dema ku goştê qurbanê belav dikirin ji teref PKK/HDPyîyên hov û wehşî ve hatibûn şehîdkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir