• DOLAR 32.853
  • EURO 35.24
  • ALTIN 2450.605
  • ...
Di erdheja ku li Îranê pêk hat de hejmarê birîndaran derket 1127 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li bajara Xoya nêzê sînora Tirkîyeyê, doh di seatên Tirkîyeyê 03,51an de di mezinahîya 5,4an de erdhejek pêk hatibû.

Di erdhejê de 1127 kes birîndar bûn.

Hat daxuyandin ku ji birîndaran 111 kesên wan li Xoyê, 5ê wan li Selmasê hatin tedawîkirin, 71 kes jî emelîyat bûn û rewşa birîndarek jî giran e.

Hat diyarkirin ku ji ber tesîra erdhejê 50 xanî bi temamî xera bûn, nêzê di 500 xanîyan de jî xesar pêk hat.

Erdheja ku li Wan û Colêmêrgê jî hat hîskirin 10 kîlometre di bin ‘erdê de pêk hat.

Serokatîya Bireveberîya Rewşa Acîl û Afetê daxuyandibû ku erdhej di mezinahîya 5,6an de ye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir