• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Hikumeta Kuweytê îstîfa kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî xebera ajansa fermî ya welêt KUNAyê, Newaf el-Ehmed el-Cabîr el-Sabahê Emîrê Kuweytê, Wezîrê Karên Derve Dr. Mihemed el-Farîs li Qesra Sêf qebûl kir.

El-Farîs, di pêşwazîkirinê de îstifaya civata wezîran pêşkêşî Emîrê Kuweytê kir.

El-Farîs, di daxuyaniya xwe ya piştî civînê de diyar kir ku civîna yekemîn a Meclîsê wê di 11’ê Cotmehê de were lidarxistin.

Di 29ê Îlonê de, Kuweyt di hilbijartinên Meclîsa Neteweyî de deng da û 50 wekîlên hilbijartî ji bo çar salên bê di meclîsa wî welatî de cih girtin.

Li Kuweytê hemwelatiyên ji 21 salî mezintir mafê dengdanê heye. Bi giştî, nêzîkî 800,000 welatiyên Kuweytî karîn beşdarî dengdanê bibin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir