• DOLAR 32.213
  • EURO 34.834
  • ALTIN 2426.646
  • ...
Şaxê Ciwanan a HUDA PARê bernameya Fetha Qudsê tertîp dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokatîya Şaxê Ciwanan a HUDA PARê, di 2yê Cotmehê roja Yekşemê de li Parqa Şehîdên 15 Tirmehê  di seat 16.00an de tertîpkirina bernameya Fetha Qudsê plan dike.

Mucahîd Îlerîyê Serokê Şaxê Ciwanan a HUDA PARê derheqê bername û armanca bernameyê de axavtinek kir, di axavtina xwe de bal li ser muhîmtîya bernameyê kişand ku ev bernameya ku tertîp bikin di wehdeta ummeta Îslamê de gelek muhîmtir e û hemû Dîyarbekirîyan jî dawetê bernameyê kir.

Îlerî di axavtina xwe de bi bîr anît ku Quds, di 2yê Cotmehê sala 1187an de ji teref Selehhadînî Eyyûbî ve ji bin esareta xaçperestan hate xelaskirin û axavtina xwe weha zêde kir, “Wek ku tê zanîn Quds; cihê ku Rebbê me li wê derê mibarek kirîye, Pêxemberê me ji li wê derê derketîye mî’racê û qîbleya ‘ewil ya Misilmanan e, cihê pêxemberan, qele û cihê ku li wê derê micadeleyê kirine ye. Quds; mizgîna fethê ya Hezretî Omer û emaneta Seleheddînî Eyyûbî ye.”

“Em zanin ku Mescîdî Eqsa bi ava gulê ya ku dayîkên Dîyarbekirî çêkirine ve hatîye şûştin”

Îlerî di axavtina xwe de qala armanca tertîpkirina bernameyê kir û weha got, “Em gerek bi ummeta Îslamê, ji xelqê xwe re û ciwanên xwe re bidin fêhmkirin ku Mescîdî Eqsa ya wan e û gerek em wan di vê çarçoveyê de bidin zanyarkirin. Ew ê kê Mescîdî Eqsayê biparêze? Tenê Filistînîyan? Tenê Ereban? Helbet hemû ummetê bike. Quds û Mescîdî Eqsa ya me ye, de’wa hevpar ya ummetê ye.”

Îlerî di dawîya axavtina xwe de weha got, “Bi minasebeta 835emîn salvegera rizgarkirina bajarekî wiha girîng ji esareta xaçperestan, em wek neviyên Seleheddîn Eyûbî hemû gelê xwe ji bo ku ruhê fethê zindî bihêle dawetê Fetha Qudsê ku em ê roja yekşemê 15ê Tîrmehê li Parqa 15 Tirmehê organîze bikin dikin. Bi taybetî em ji dîrokê zanin ku Mescîdî Eqsa bi ava gulê ya ku dayîkên Dîyarbekirî çêkirine ve hatîye şûştin. Weke gelê Dîyarbekirê ku fethê ji nêz ve nas dikin, em we bi malbatî dawetîyê vê bernameyê dikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir