• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Kilisê dikandaran zîyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapicioglu, li Kilisê pirsên endamên çapemenîyê bersiv da û dû re dikandaran zîyaret kir.

Yapiciogluyê ku dikandarên li ser Ceddeya Murtazayê ne zîyaret kir, pirs û pirsgirêkên dikandaran gohdar kir û da nivisandin.

Yapiciogluyê ku dikanên mihacirên Sûrîyeyî jî zîyaret kit, bi Sûrîyeyîyan re eleqeyek nîşan da.

Serokê HUDA PARê di dema zîyaretê de ket nav dikanekî Sûrîyeyî û ji xwedîyê dikanê re weha got, ‘Em ji we re nabêjin penaber, em ji we re mihacîr dibêjin. Hûn birayên me ne.’ Yapicioglu, bi vê gotinê bal li ser provokasyonên ku li ser Sûrîyeyîyan tê kirin kişand.

Yapiciogluyê ku li Kilisê dikandaran zîyaret kir ew ê zîyaretên xwe bidomîne. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir