• DOLAR 32.57
  • EURO 35.271
  • ALTIN 2469.532
  • ...
Li Rusyayê di êrîşa dibistanê de hejmarê mirîyan derket 17 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh di seatên serê sibê de, di dibistana numereya 88emîn a Izhevskê de êrîşeke çekdar pêk hat.

Ji teref rayedaran ve hat diyarkirin ku di encama êrîşa çekdar de hejmarê mirîyan bi tevî 11 zarokan derket 17 kesan.

Hat destnîşankirin ku di encama êrîşê de 20 kes birîndar bûn, ji van 20 kesan jî 7 jê zarok û 2 jê mezin di çawdariya awarte de ne û ji ber yekê tê endîşekirin ku hejmerê mirîyan zêde bibe.

Hat ragihandin êrîşdarê ku piştî êrîşê guleyek bera serê xwe da û xwe kuşt şênîyekî yê wê taxê bûye û 34 salî bûye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir