• DOLAR 32.239
  • EURO 34.774
  • ALTIN 2442.997
  • ...
Dawîya bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” sibê li Dîyarbekirê bê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Nesla Quranê ji gelek zarokên ku ‘emrên wan di navbera 7-10 salî de ne re perwerdehîya nimêjê da.

Piştî perwerdehîyê ji bona zarokan û ji bona malbatên wan bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e”  bê tertîpkirin.

Şerîf Kaçanê Koordînatorê Bajar a Dîyarbekir yê Platforma Nesla Quranê, di berîya bernameyê de axivî û weha got, “Em ê di 25ê Îlonê roja Yekşemê li cihê Hezretî Suleyman de bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” tertîp bikin. Em bi Platforma Nesla Quranê her sal li gelek bajar û navçeyên Tirkîyeyê ji zarokên ku di navbera 7-10 salî de ne re perwerdehîya nimêjê didin û derheqê vê perwerdehîyê de jî em ê dawîya bernameyê bikin”

Kaçan di berdewama axavtina xwe de weha got, “Em ê ji vê bernameya ku tertîp bikin re bi gotinê ew ê herî xweşik yanê bi Quranê dest pê bikin û bibereket bikin. Dûre ew ê zarokên me nimêjê bikin, sertîfîkayan bistînin û îlahîyan bibêjin. Bi vê şeklê em dixwazin ku bila ev exlaqa xweşik ya ku zarokên me bidestxistine, bila zarokên dinê û malbatên me jî bibînin û hîn bibin. Ji ber vê yekê em hemû Dîyarbekirîyan roja Yekşemê di seat 16.00an de dawetê bernameya ku ew ê li Hezretî Suleyman bê tertîpkirin dikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir