Ermenistan, êrîşî mewzîyên Azerbaycanê kir
Wezareta Parastin ya Azerbaycanê, daxuyand ku mewzîyên wan ji teref leşkerên Ermenistanê ve hate êrîşkirin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastin ya Azerbaycanê ve hat belavkirin, hat îfadekirin ku ji 22yê Îlonê di seat 23:45an de heta ji 23yê Îlonê seat 08:30yan yekîneyên Ermenistanê mewzîyên li ser sînora dewleta Ermenistan-Azerbaycanê binavber êrîşan kirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ku ji teref yekîneyên Artêşa Azerbaycanê ve bersivan hate dayîn. (ÎLKHA)