• DOLAR 32.874
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2451.15
  • ...
Ji şewata li Marmarîsê re hêj midexele tê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Balafir û helîkopterên ku di seatên êvarê de navber dan ji xebatên xwe re, di seatên serê sibê de dest bi midexeleyê kirin.

Walîtîya Muxlayê, di hîsaba xwe ya medyaya civakî de weha got, “Hemû ekîbên me di sehayê de ne… micadeleye me ya bi şewatê re bi zêdetir didome. Niha ji cihê şênîyan re tu tehdîdek tuneye. Derheqê cihê şênîyan de hemû tedbîran hatine girtin.”

Wezareta Parastinê jî derheqê şewatê de daxuyanîyek belav kir û weha got, “Ji xebatên tefandina şewata li Marmarîsê re, 1 balafirên bê însan, 10 helîkopter, avreşokan, tankêrên avê, dozeran, gelek erebeyên ji bona tefandinê û gelek personelên me alîkarîyê dikin.”

Ji teref Serdozgerîya Komarîya Marmarîsê ve hat daxuyandin ku ji şewatê re terefa ku li ber kewara mêşan yê M.Y yê 85 salî yê ku li herêmê mêşvanîyê dike ye bûye sedem. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir