• DOLAR 34.847
  • EURO 36.714
  • ALTIN 3002.592
  • ...
Serokê Dewleta Nîjeryayê Tinubu: Divê dawî li êrîşên Xezzeyê bê anîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Dewleta Nîjeryayê Bola Ahmed Tinubu, di Lûtkeya Hevpar a Derasayî ya Yekîtîya Ereb û Teşkîlata Hevkarîya Îslamê ku li Rîyada paytexta Erebistana Sîûdî hat tertîpkirin de axivî.

Tinubu xwest ku bila êrîşa li Xezzeyê bê dawîkirin, banga agirbestê ya li Xezzeyê ya Nîjeryayê nû kir.

Tinubu, îfade kir ku dewleta wî çareserîya dudewletîyê destek dike, “Em wek temsîlkarên Edalet, netewên ku ji pîrozbahîya jiyana însan û rûmeta însan re qîmetê didin, mesulîyeta me hemûyan heye ku em bi lez û bez vê pevçûnê dawî bikin. Daxuyandina şermezarkirinên vala qîm nake. Divê dinya, ji bo dawîbûna êrîşa îsraîlê ku demekî dirêj e li Xezzeyê pêk tîne bixebite.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir