Herêmên ku muxalîfê Ukraynayê ne ji bo ku beşdarî Rusyayê bibin diçin referandûmê
Herêmên Luhansk, Donetsk, Herson û Zaporîjya ya Ukraynayê bang kirin ku ew ji bona ku beşdarî Rusyayê bibin di tarîxa 23-27ê Îlonê de ew ê referandûm bikin.
![Herêmên ku muxalîfê Ukraynayê ne ji bo ku beşdarî Rusyayê bibin diçin referandûmê](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/ggSaV_82t8UgVV3v0SgCwRCJXNs=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/38/heremen-ku-muxalife-ukraynaye-ne-ji-bo-ku-besdari-rusyaye-bibin-dicin-referandume-e0f7e28c.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî daxuyanîya ku ji teref konseyên gel yê herdu bireveberîyê (Luhansk û Donetsk) ya li Donbasê ye ve hat destnîşankirin ku herdu herêm jî ji bona ku beşdarî Federasyona Rusyayê bibin ji 23yê Îlonê heta 27ê Îlonê ew ê dengdana xelqê bê kirin.
Bireveberîya Hersona ku di bin kontrola artêşa Rusyayê ye jî diyar kir ew jî di 23-27ê Îlonê de ji bona ku beşdarî Rusyayê bibin ew ê biçin referandûmê.
Herêma Zaporîjyayê jî daxuyand ku ew ê herêm di demeke nêz de ji bona ku beşdarî Rusyayê bibe ew ê biçe referandûmê. (ÎLKHA)