• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
45 kes ji dêrê hatin revandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li herêma Kajuru ya eyaleta Kaduna ya welatê Afrîkaya Rojavaya Nîjeryayê êrîş li dêrekê hat kirin.

Di êrîşê de li dêrê û derdora wê 45 kes hatin revandin û gelek kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku çekdaran ji malbatên kesên hatine revandin fidyeyê xwestine.

Hat ragihandin ku bûyer ji teref motorsîkletkaran ve hatiye kirin.

Li welatê rojavayê Afrîka Nîjeryayê, di demên dawî de bûyerên diziya çekdarî, diziya heywanan û revandina komî ji bo fidyeyê çêdibin.

Li hinek wîlayetan bikaranîna motorsîkletê qedexe ye, ji ber ku li welêt gelek êrîş bi motorsîkletan tên kirin.

Revandin li Nîjeryayê bi cezayê îdamê tê cezakirin. Dayîna fîdye ji bo kesên çekdar di çarçoveya qedexeyê de ye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir