Li Edeneyê li dijî FETOyê operasyon: 10 binçavkirin
Li Edeneyê di operasyona li dijî FETOyê de 10 şikdar hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê dimeşîne di nav şikdarên ku hatin binçavkirin de efserên çalak, efserên teqawît û mamoste jî hene.
Hat diyarkirin ku 10 şikdar jî ByLockê bikar anîne.
şikdaran piştî kontrola tenduristiyê hatin birin midûrîyeta ewlehîyê. (ÎLKHA)