Li Hîndistanê qezaya otobûsê: 7 mirî
Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Jharkhanda Hîndistanê otobûsek ket nav çem, di encama qezayê de 7 kes canê xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.
Li herêma Hazarîbaga wîlayeta Jharkhanda Hîndistanê otobûsek ket nav çem.
Ji teref rayedaran ve hat diyarkirin ku di nav otobûsê de 50 kes hebûne û ji wan 7 kes mirin 22 kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê dawî bûn, rêwîyên ku rewşa wan giran in jî hatin rakirin nexweşxaneyan. (ÎLKHA)