Li Çînê hejmarê mirîyan derket 93 kesan
Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Sîchuana Çînê di 5ê Îlonê de di mezinahîya 6,8an de erdhejek pêk hatibû û ji ber wê erdhejê hejmarê mirîyan derket 93 kesan.
![Li Çînê hejmarê mirîyan derket 93 kesan](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/6SvBkHYxE5ruu5P-32nb4yO6dxs=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/37/li-cine-hejmare-miriyan-derket-93-kesan-1aebdefd.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Hat diyarkirin ku li wîlayeta Sîchuana Çînê çend roj berê di seat 12.52yan de di mezinahîya 6,6an de erdhejek pêk hatibû û piştî erdhejê xebatên lêgerîn û xelaskirinê destpêkirin û ew xebat jî hêj berdewam dike.
Ji teref rayedarên wîlayetê ve hat daxuyandin ku li bajara Ganzı Tîbet û Ya'anê heta niha 93 kes mirin.
Hat ragihandin ku ji ber erdehejê gelek avahî hilweşîyan, di ceryan, çûndin û hatinê de zirar hatibû dîti. (ÎLKHA)