• DOLAR 32.639
  • EURO 35.34
  • ALTIN 2473.79
  • ...
Li Dîyarbekirê di navbera du malbatan de pevçûna bi çek: 13 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li gundê Melealîya jorîn a ku girêdayê navçeya Rezan e pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin neyartîya ku di navbera du malbatan de ji ber xwestina qîzê hebû, di dema êvarê de vegerîya şerê.

Şera ku berdewam kir di demeke kurt de bi derxistina çekan vegerîya pevçûnê. Di encam pevçûnê de 13 kes birîndar bûn. Li ser xeberdayîna gundîyan ji gund re ekîbên tenduristîyê û cenderme hatin sewqkirin.

Hat ragihandin ku têketin û derketina gund ji teref ekîbên cendermeyê ve hat girtin.

Hat ragihandin ku rewşa 3 birîndaran giran e û hinek şikdar jî hatin binçavkirin.

Tehqîqata ku derheqê meseleyê de hatibû destpêkirin berdewam dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir