• DOLAR 34.098
  • EURO 38.099
  • ALTIN 2874.775
  • ...
Koordînatorîya Herêmê ya 2'yemîn a Karwana Hêvîyê xebatên alîkarîyê nirxand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Civîna ku ji teref Koordînatorîya Herêmê ya 2'yemîn a Karwana Hêvîyê xebatên alîkarîyê û plankirina xebatên wê bê kirin dihat nirxandin, di mazûvanîya Komeleya Karwana Hêvîyê ya 'Edene'yê de hat sazkirin.

Di civîna ku Mehmet Faîk Dogan'ê ku Koordînator'ê Herêmê ya 2'yemîn a Karwana Hêvîyê  beşdarî bûbû de, şêwira ji bo ku di qadê de hîn bêhtir çalak bibin kirin.

"Xebatên me roj bi roj hîn baştir dibe"

Dogan diyar kir ku ew wek Koordînatoriya Herêmê ya 2'yemîn a Komeleyên Kerwana Hêvîyê ji bo dîtina xebatên komeleyên Kerwana Hêvîyê hatin Edene'yê, Dogan gotinên xwe werê domand:

Mehmet Faîk Dogan

Ji bo serdana malbat û xêrxwazên ku alîkarîyê didin me, bi nûneran re civînek li dar xist da ku civîna xwe ya herêmî li dar bixin û xebatên xwe gavek pêş de bixin. Xebatên me roj bi roj hîn baştir dibe. Lê me dît ku bi taybetî ev çend sal in ku feqîr feqîrtir û dewlemend jî dewlemendtir dibin, bi taybetî jî me dît ku ev çend sal in ku hewcedar zêde bûne. Ji ber vê yekê em dizanin ku berpirsyariya ku dikeve ser milê me jî zêde bûye.

"Hêvî dikin ku em ê di vekirina dibistanê de alîkariya feqîr, sêwî û mexdûrên xwe bikin"

Dogan di dawîya gotinên xwe de wilo got, "Ji ber ku a niha dema dibistanan e, em li ser alîkariya qirtasîyê dixebitin. Em hewl didin ku nûnerên me li her bajar û navçeyan di çarçoveya derfetên xwe de alîkariyê bikin. Gelek hewcedarê me hene, lê alîkarî têrê nake. Di vî warî de wezîfeyên me û dikandarên me hene. Hêvî dikin ku em ê di vekirina dibistanê de alîkariya feqîr, sêwî û mexdûrên xwe bikin." (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir