• DOLAR 32.705
  • EURO 35.115
  • ALTIN 2444.576
  • ...
Li Pakistanê di 24 seatên dawî de ji ber lehîyê 57 kes jiyana xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de ji ber lehîyê 57 kes jiyana xwe ji dest dan û 7 hezar û 683 kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Ajansa Îdareya Afeta Neteweyî ya Pakistanê ve hat ragihandin baranên musonê yên ku li Pakistanê ji 14ê Hezîranê pêve dest pê kirin her ku diçin tesîra xwe zêdetir dikin. Li gorî daneyên sazîyê ji ber baran û lehîyan heta niha 1266 kes canê xwe ji dest dan, 5 hezar û 63 kîlometre rê, 243 pir û 173 dikan xera bûn.

Li gorî agahîyan milyonek û 172 hezar û 549  mal jî ji baran û lehîyan zirar dîtin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir