• DOLAR 32.922
  • EURO 35.181
  • ALTIN 2456.082
  • ...
Ji HAMAS'ê ji êsîrên ku serkeftî bûn re pîrozbayî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êsîrên ku ji teref rejîma sîyonîst a îşxalker ve di êrîşên mizgeft, mal an xanîyan de hatibûn desteserkirin micadeleyên xwe didomînin.

Êsîran, weke ku girtina wan nebes e, li dijî rayedarên ku di zindanê de bi wan re muamele xerab dikirin ketin girêva birçîbûnê û di encamê de siyonîstên îşxalker dev ji biryarên xwe yên zordar berdan.

Zahîr Cebbarîn'ê ku Rayedarê Ofîsa Şehîd, Birîndar û Êsîran e, li ser navê HAMAS'ê serkeftina êsîran pîroz kir û diyar kir ku azadkirina girtiyan di serê lîsteya wan de ye.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku danê êvarê hat belavkirin de ev agahî hatin dayîn:

"Em êsîrên qehreman ên di zindanên îşxalkeran de, hemû endamên gelê Filistînê li hundir û derve û hemû gelên azad ên cîhanê, ji ber serkeftina êsîran pîroz dikin. Serkeftina ku hat bidestxistin wê têkeve nava serkeftinên bi biryar û fedakariya Tevgera Netewî ya Girtiyan. Ev serkeftin îspat kir ku yekitî û hevgirtina ku hem li zindanan û hem jî li derve tê kirin li hember her dijminatiya siyonîstên îşxalker ku wê di pêşerojê de girtiyan bike hedef devê wan bigire. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir