• DOLAR 32.687
  • EURO 35.132
  • ALTIN 2445.042
  • ...
Tehma ku bi sedsalan dewam dike: Hedik
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji Hedika ku 4 çeşîd zexîre tê çêkirin; savara koftikî, hûr û rovî û dolme û tiştên pir cure tê çêkirin.

Hedik, bi taybetî li Kurdistana Bakur bi sedsalan tê çêkirin û ev kevneşopî jî li gundê Girherîna Mêrdînê tê jîyankirin.

Emîne Atilmişa bermalî qala pêvajoya çêkirina hedikê kir û weha got, “Em di dema ku hedikê çêbikin pêşî sîtilê xwe av tijî dikin. Piştî ku me genim kir nava sîtilên xwe disekinin ku bikele. Piştî kelandinê em derdixin û li serê xanîyan radixin û ziwa dikin. Dema ku genimê me ziwa bû ji bona ku bihêrînin dibin aşê. Hedika ku li aşê ji hêrtinê derbas dibe; ji wî savara koftikî, hûr û rovî û dolme û tiştên pir cure bidestdixin.”

Atilmiş, bal kişand ser xwarina nîştê ya ku ji bilî savarê tê lêkirin û wiha got: "Piştî veqetandin bi dawî bû, em tahmeke zêde li bilxirê didin û cureya nîştê jê dikin, piştî hişkbûnê dipijiqînin. Weke gava dawî em lê zêde dikin. Nîşa bilxirê bidin û li ser sifreyan bixwin." (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir