• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Yapicioglu: Pêşvebirina minasebetên bi rejima îşxalker ve ji Filistînê re mitleqe zirarê bide
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapicioglu, li Kirklarelîyê di çarçoveya xwe yê zîyaretan de di eywanekî de bi endamên çapemenîyê re hevdîtinek kir.

Yapicioglu derheqê Sûrîyeyê de got ku, lazim e ku li Sûrîyeyê agirbestîyeke bi lez bê tertîpkirin, herba di nav welat de ye bê dawîkirin, mizakereyên sîyasî bên destpêkirin, ji bona makeqanûnîyeke nû û sîstemeke nû mitleqe pêvajoyeke ewakî bê destpêkirin.

Meseleya Sûrîyeyê

Yapicioglu derheqê meseleya Sûrîyeyê de weha axivî, “Ger ku piştî herbeke ku 11,5 salan e dewam kir û hikûmet hêna jî li pîyaye êdî herî kêm bê fêmkirin ku ev hikûmet, bi çekê an jî bi berxwedaneke çekdar nayê xistin. Êrê rejimeke û sîstemeke ku ji xelqê xwe re neheqîyê dike, zilmê dike heye. Lê rê û metoda ku ev hikûmetê dûrbixe herba nav welat nîne. Me ev tiştê di serî de gotibû. Mitleqe xwîna ku diherike bê sekinandin. Ji bona ku ev xwîna ku diherike bê sekinandin eger ku lazim be rayedarên hikûmetê hevdîtinê bikin gerek ji ev tiştê nerevin.”

“Sîyonîzm talûkeyeke mezin ya nîjadî ye”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de derheqê normalbûnîya bi rejima îşxalker ve jî axivî û weha got, “Mahmud Abbasê ku Serokê Dewletê ya bireveberîya Filistînê tê qebûlkirin, li ser daweta Birêz Serokkomar Enqereyê zîyaret kir. Li vê derê derheqê hessasîyetên ku derherê Filistînê de ew ê berdewam bikin de di cih û meqamên herî bilind de daxuyanîyan hat dayîn. Em bi taybetî weha difikirin ku pêşvebirina minasebetên bi rejima îşxalker ve ew ê ji Filistînê, xelqê wê û Mescîdî Eqsayê re mitleqe zirarê bide. Sîyonîzm talûkeyeke mezin ya nîjadî ye, gerek jê wê dûr bê sekinandin. Em di vê meseleyê de daxwaz dikin ku hikûmet ji vê xelatîya ku kirîye bi lez û bez vegere.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir