Li Pakîstan'ê ji ber baranên mûsonê 777 kes jiyana xwe ji dest dan
Li Pakîstan'ê ji ber baranên mûsonê ku ji 14'ê hezîranê ve dibare hejmarên mirîyan her diçe zêde dibe.
Ajansa Birêvebirîya Afetan a Netewî (NDMA) diyarkir ku ji lehîyên ku ji ber baranên zêde pêk hat 1,8 mîlyon kes jê tesîrdar bûn û 777 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.
Li welat ji ber baranên mûson'ê li çoltera herêmên Belûcistan, Pencap û Sîndh'ê wargehên alîkarî û midaxeleya tibbî hat sazkirin.
Di wargehan de heta niha 317 hezar û 678 kes disitirin.
Hat diyarkirin ku ji xeynî pirên hilweşîyane û rêyên di bin avê de mane ji zêdetirê 60 hezar xanî jî xisar dîtine. (ÎLKHA)