• DOLAR 32.238
  • EURO 35.362
  • ALTIN 2480.208
  • ...
Şofêrê otobûsê ku beşdarî qezayê bûbû hat girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şofêrê otobûsê yê ku beşdarî qezaya ku li rêya Nîzîb-Entabê pêk hatibû û di encama wê qezayê de 16 kes canê xwe ji dest dabûn û 22 kes jî birîndar bûbûn û dûre ew şofêr jî hatibû rakirin nexweşxaneyê û hatibû tedawîkirin, piştî tedawîyê ji teref dadgehêve hat girtin.

Li ser rêya Nîzîb-Entabê qezayek pêk hatibû, di encama wê qezayê de 16 kes canê xwe ji dest dabûn û 22 kes jî birîndar bûbûn.

Hat diyarkirin A.M. yê ku şofêrê otobûsê ye û birîndar bûye, di encama tehqîqata ku hatibû destpêkirin de ji bona ku bê lêpirsyarkirin ji dadgehê re hatibû sewqkirin.

Di encama lêpirsyara li dadgehê de şofêr hat girtin û hat şîyandin girtîgehê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir