• DOLAR 34.156
  • EURO 38.209
  • ALTIN 2922.021
  • ...
Ji Weqfa Êtîman ji xwendekarên mihtac re alîkarîya cil û berhemên paqijîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Êtîman yê ku di serî de li Tirkîye li çar alîyê dinyayê ji mirovên mihtac re destê xwe yê alîkarîyê dirêj dike, li Efxenistanê jî ji êtîmên mihtac re alîkarîyê kir.

Cil û berhemên paqijiyê ji bi dehan xwendekarên sêwî yên ku li êtîmxaneya ku li paytexta Afganîstan Kabîlê dixebite dixwînin re hatin belavkirin.

Saîd Nurullah Hashemîyê Temsîlkarê Efxenistanê yê Weqfa Êtîman diyar kir ku wan bi bexşên xêrxwazan destê alîkariyê dirêjî xwendekarên mihtac kirin û wiha axivî: "Em îro cil, destmal û berhemên paqijiyê ji sêwiyan ku di sêwîxaneyê de dijîn re belav dikin. Xwedê ji xêrxwazên me razî be.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir