• DOLAR 32.57
  • EURO 34.96
  • ALTIN 2427.2
  • ...
Ji Kerwana Hêvîyê ji bo xwendekarên êtîm û feqîr banga "alîkarîya qirtasîyeyê" hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Salîh Guzelê Serokê Kerwana Hêvî ya Êlihê der barê mijarê da daxuyanî da û diyar kir ku di sala perwerdeyê ya 2022-2023an da ji bo îhtîyacîyên sêwî û xwendekarên mihtac bi cih bînin dest bi amadekariyan kirine.

Guzel destnîşan kir ku armanca wan ew e ku herî kêm 500 xwendekarên êtîm û feqîr ragihînin malzemeyên qirtasîyeyê û ji xêrxwazan xwest ku di vê pêşbaziya bi xêr da wan bi tenê nehêlin.

Guzel, diyar kir ku lêçûna kirtasiya xwendekarekî 250 TL ye û diyar kir ku ew dixwazin bi piştgiriya xêrxwazan êtîm û xwendekarên mihtac kêfxweş bikin.

"Armanca me ew e ku em ji 500 xwendekarên êtîm û feqîr re malzemeyên qirtasîyeyê ragihînin"

Guzel di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku ew di temamê salê de alîkarîyên xwe yên ji bona mihtacan didomînin û weha axavtina xwe zêde kir, “Wek her salan me îsal jî alîkarîyên xwe yên qirtasîyeyê ji bona zarokên me yên mihtac û êtîm da destpêkirin. Armanca me îsal herî kêm ji 500 xwendekarên ku di nav qeydên me de ne re alîkarîya qirtasîyeyê bikin e.”

“Em hêvîya alîkarîya xêrxwazan in”

Guzel, bang ji xêrxwazan re kir û weha got, “Di navbera alîkarîya qirtasîyeyê de defter, qelem, çenteya xwarinê, avdank û çente heye. Di vê çarçoveyê de xêrxwazên me me tenê nehêştin, bawerîya me tame ku ew ê îsal jî me tenê nehêlin.”

“Bedêla xwendekarekî ya qirtasîyeyê 250 Lîre ye”

Guzel, “Di vê çarçoveyê de navenda me ya giştî serê xwendekarekî bedêla qirtasîyeyê 250 Lîre hesap kirîye. Di vê çarçoveyê de eger ku xêrxwazên me berîya meha Îlonê bexşên xwe bighêjînin me emê îhtîyacîya qirtasîyeyê ya êtîm û mihtacan bibînin.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir