Ji Ûkrayna'yê 563 hezar û 317 ton xida hatiye birin
Di çarçoveya korîdora zadê ku di navbeyna Tirkiye, Rûsya, Ûkrayna û Neteweyên Yekbûyî de hatibû îmzekirin de heta niha 563 hezar û 317 ton xida hatiye birin.
Di 22'ya Tîrmeh'ê de "Belgeya Teşebbûsa Sewqa Ewlehî yên Xida û Zad'ê ji Benderên Ûkrayna'yê" ku li Stenbol'ê di navbeyna Tirkiye, Rûsya, Ûkrayna û Neteweyên Yekbûyî hatibû îmzekirin de heta niha 563 hezar û 317 ton xida hatiye birin.
Li gor Rapora Pêşveçûnê ya Koordînasyona Hevpar a Teşebûsa Zadê ya Karadenîzê, ji benderên Odesa (11), Chornomorsk (6) ve Yuzhny/Pivdennyi'yê (4) ji 21 keştîyê re îzna hereketê hatiye dayîn. Di van keştîyan de bi tevahî 563 hezar û 317 ton xida heye.
Di korîdora zadê de 451 hezar û 481 ton garis, 50 hezar û 300 ton kespê gulberojkê, 41 hezar û 622 ton genim, 11 hezar ton fasûlîya soyayê, 6 hezar ton zeyta gulberojkê, 2 hezar û 914 ton jî toxima golberojkê hatin birin. (ÎLKHA)