• DOLAR 32.869
  • EURO 35.336
  • ALTIN 2458.878
  • ...
Sînorê Çad-Sûdan'ê ku şivan li wir hatibûn kuştin hat girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî kanala Al Hadath TV'yê ya navenda Su'udî'yê, meqamên Çad'ê, sînorê Sûdan'ê bêdem girt.

Di heman demê de hat diyarkirin ku Sûdan'ê sînorê Çad'ê ya ku di rojavayê herêma eyaleta Darfur'ê ya welêt de ye yekîneyên artêşê yên zêde şandine.

Sînorê ku di navenda her du welatan de derbas dibe 1400 kîlometre ye û ji rojhilata Çola Sehra'yê derbas dibe.

Rayedarên Sûdan'ê roja septê diyar kiribû ku li sînorê rojavaya Darfur'ê 18 şivan ji teref milîsên ji Çad'ê hatibû kuştin û dû re Balyoz'ê Çad'ê Wezareta Derve ya Sûdan'ê gerîyabû.

Cîgirê Encûmena Serweriya Sûdanê Mohamed Hamdan Dagal'ê ku beşdarî merasîma cenazeyên qurbaniyan bûbû di daxuyaniyê de got ku, "Me ji ber êrîşên Çad'ê yên li ser sînorên me civînek lez ji Konseya Parastinê û Ewlehiyê ya Sûdan'ê telep kir."

Dagal diyarkir ku ji bo ewlehiya sînorên Sûdan'ê yên aliyê Çad'ê biryarên muhîm wê bê dayîn. Dagal balê kişand ku qetliamên li sînorê Çad'ê tê kirin îhlalkirina serweriya Sûdan'ê ye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir