• DOLAR 32.286
  • EURO 35.122
  • ALTIN 2476.873
  • ...
Urdinê êrîşên li ser Mescîda Eqsa'yê şermezar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejîma terorê ya îşxalê, ev 3 roj in êrîşa asîmanî dike li ser Şerîda Xezze'yê. Di encama êrîşa îşxalkeran de heta niha di nav wan zarok û pîrek jî hene 32 kes şehîd bûn, zêdetir 250 kesan jî birîndar bûn.

Cihûyên xespker jî li dewamkirina di van êrîşan de vê sibê, di bin parastina hêzên zebtî yên îşxalkeran de êrîşî Mescîd-a Eqsa'yê kirin û li wir ayîn kirin.

Heysem Ebû Fûl'ê ku Berdevkê Wezareta Karên Xerîbiyê û Derveyî ya Urdin'ê ye di daxuyaniya xwe de van êrîşan şermezar kir.

Ebû Fûl ji bo encama berdewam kirina îhlalan hişyarî da û ji bo sekinandina êrîşan bang kir.

Ebû Fûl got ku êrîşên ku li ser Mescîd-a Eqsa'yê û sepanên kişker tê kirin hatiye şermezar kirin û naye qebûlkirin, ji bilî wê ev îhlalkirin hiqûka navneteweyî, dîrokî û îhlalên yasayî ne.

Ebû Fûl bal kişand ku Mescîd-a Eqsa'yê ya mibarek îbadetgehek bi temamî aîdî Misilmanan e, berpirsîyar kir ku rejîma îşxalker sebeba encamên alozîyê ye.

Ebû Fûl ji bo sekinandina giştik êrîş, îhlal û hurmetdayîna cihê pîroz a Mescîd-a Eqsa'yê bangî rejîma îşxalê kir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir